Pîvan û taybetî : 19,5×26 cm, kaxizê kûşe ye. Her pirtûk 32 rûpel e.. Bi giştî 5 pirtûk e. Wek set tê firotin
1. MÎRO û Hevalên wî Di çîrokê de dostanî û hevaltiya Mîro, Soro, Sêro, Hirçokê û Fîlnaz tê qalkirin. Zarok bi saya vê pirtûkê fêrî dostaniyê dibin. Wekî din hin têgihên pêşdibistanê di pirtûkê de cih girtine. 2. MÎRO Laşê Mîro Di pirtûkê de her 5 lebatên laşê mirovan û peywirên wan hatine vegotin. Zarok bi saya pirtûkê bi awayekî anatomîk laşê xwe û lebatên xwe nas dikin. 3. MÎRO Paqijiyê Dike Di pirtûkê de girîngiya paqijiyê hatiye qalkirin. Bûyer li ser nexwesiya Sîmore hatiye vegotin. Hin têgihên pêsdibistanê di pirtûkê de cih girtine. 4. MÎRO Rojbûna Mîro ye Di pirtûkê de rojbûna Mîro, ji aliyê hevalên wî ve tê pîrozkirin. Hevalên wî, vê roja wî ya taybet bi surprîzan dixemilînin. 5. MÎRO Çûn û Hatin Di pirtûkê de bavê Mîro jê re danasîna wesayîtan dike. Zarok bi saya vê pirtûkê fêrî zagonên trafîkê jî dibin.