Di 15ê meha gulanê 2023an de û bi boneya roja zimanê kurdî yekem hejmar ji Kovara Rona li bxçeyê xwendinê li taxa Xerbî û bi amadebûna gelek nivîskar û rewşenbîr û zarok û malbatên wan hate ragihandin.
Di ahenga ragihandinê de gotinek bi navê kovarê ji hêla Rona Egîd berpirsa giştî yaovarê hate pêşkêşkirin ku tê de spasiya amadebûyan kir û hindekî behsa kovarê û astengiyê ku li pêşwan derketin ta ku hate çapkirin. pişt re gotina Qadir Egîd berpirsê têkiliyan, herweha nivîskar Ebas Ismaîl gotinek pêşkêşkir û tê de behsa çalakiyên Rona û rola pirojeyên wisa di pêşxistina wêje û rojnamegeriya zarokan li Rojavayê Kurdistanê kir. Û aheng bi gurzek stran bi dengê Rona Egîd û hunermend Imad Darî hate bidawîkirin